Li Fransayê hêrsa li hemberî reforma teqawidiyê zêde dibe

Di sê hefteyên dawîn de li Fransayê sê caran sendîkayên karkeran çalakiyên girseyî organîze kirin û bi milyonan kes daketin kolanan. Li dijî reforma teqawidiyê ya hikûmetê hêrseke mezin heye.

Li ser banga 8 sendîkayên sereke di 7'ê Sibatê de cara sêyemîn grev û meş hatin lidarxistin. Li gorî Wezareta Karên Hundir 757 hezar kes daketin kolanan, li gorî sendîkayan nêzî 2 mîlyon kes daketine kolanan.

Sendîkayan di 31’ê Çile de ragihandibûn ku herî kêm 2,5 milyon kes daketine kolanan. Li gorî sendîkayan, di roja ewil a grevê de ya ku di 19’ê Çileyê de hate kirin, herî kêm 2 milyon kes daketin qadan.

Hikumet dixwaze temenê teqawidbûnê ji 62 salan derxe 64 salan.

Li gorî hikumetê wê çalakiya di 11’ê Sibatê de mezintir be.

Roja duşemê li Meclîsê nîqaşa reforman dest pê kir. Li gorî rojnameya Le Monde, hikûmet di nava nezelaliyê de bi pêş ve diçe. Muxalefetê ji bo astengkirina reformê gelek bendên rêziknameyê dane.

 Rojnameya Liberationê diyar kir hêrsa gel û kolanan qels nebûye û berevajî wê hêrs zêdetir bûye û dibe ku hê mezintir û geştir bibe.