Komploya 15'ê Sibatê li Stavrapolê hate şermezarkirin

Jinên Kurd ên li bajarê Stavrapol ê Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin ku li dijî Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Jinan diyar kirin ku armanc ji komploya 15'ê Sibata 1999'an ew bû ku gelê Kurd bê rêber bihêlin û tune bikin. Jinan destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê Kurd azad nebin.

Bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Stavrapolê Meryem Maloyeva daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 15'ê Sibatê ji bo dîroka mirovahiyê rojeke tarî ye. Hêzên ku tevlî komployê bûn hatin şermezarkirin û işaret bi tecrîda giran a 24 salan a li ser Reberê Gelê Kurd hate kirin. Jinan bi bîr xistin ku 2 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wegirtin û bang kirin ku rê bê dayin ji bo parêzer û malbat tavilê hevdîtinê bi Ocalan re bikin.

Jinan diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin.