Li Qibrisê ji bo mexdûrên erdhejê kampanya hate destpêkirin

Li Qibrisê bi pêşengiya Komîsyona Piştevaniya Gelê Kurd û nûnerên Kurdan, ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

Têkildarî mijarê li Navenda Çanda Kurd a Teofilosê ya li Lîmasolê daxuyaniyek hate dayin. Endamên Komîsyona Dîplomasiyê ya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û endamên Komîteya Piştevaniya bi Kurdan re tevlî civînê bûn. Parlamenterê EDEK'ê Coastantinos Efstathiou û Serokê Partiya Keskan George Perdikis jî di civînê de amade bûn. Gelek rojnamevan û qenalên televîzyonê daxuyanî şopandin.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat daxuyanî da û sersaxî ji xizmên qurbaniyên erdhejê re xwest û anî ziman ku piştî erdhejê mejiyê AKP'ê têk çûye. Lezgîn Serhat got, "Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de gelê me hewl dide bi derfetên xwe ji nava vê pêvajoya giran derkeve. Lê belê dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, hingî alîkariya ji bo herêma erdhejê jî tê astengkirin û mirin tê ferzkirin. Em vî mejî baş nas dikin. Bendewariyeke me ji wan nîne." Lezgîn Serhat destnîşan kir ku baweriya wan bi hêza piştevaniyê ya gelan heye.

Lezgîn Serhat got, "Çi ji destê kê tê divê niha bike. Bi banga seferberiyê ya KCDK-E'yê divê her kes beşdarî vê kampanyayê bibe."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên komîsyonê û parlamenteran banga piştevaniyê li gelê Qibrisê kirin.