Şervana YPJ’ê Nûpel Tekoşer li Hamelnê hate bibîranîn

Şervana YPJ’ê Nûpel Têkoşer Dêrik a di 18`ê Çileyê de li Eyn Îsayê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî di 7`ê Sibatê de şehîd bû, li Hamelnê hate bibîranîn.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sena Elî (Nûpel Têkoşer Dêrik) a di 18`ê Çileyê de li Eyn Îsayê di topbarana dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî di 7`ê Sibatê de şehîd bû, li bajarê Hameln ê Elmanyayê bi merasîmekê hate bibîranîn. Li eywana ku merasîm pêk hat de wêneyê şervana YPJ’ê Nûpel Têkoşer Dêrîk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Gelek welatpêz tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de malbata şervana YPJ’ê Nûpel Têkoşer Dêrik axivî û xêrhatina girseya gel kirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û behsa têkoşîna şehîd hat kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ bi dawî bû.