Ciwanan bi daxuyaniyekî hevpar dawî li çalakiya xwe anîn

Ciwanên ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, A Niha” li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê û li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi meşê kirin, li hev civiyan û bi daxuyaniyekî dawî li çalakiya xwe anîn.

Meşa li Strasboûrgê ji ber erdhêja li Kurdistanê hat taloqkirin. Enternasyonalîstên bajarê Cenevre yê Swîsreyê û ciwanên li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê jî li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin ba hev û dawî li çalakiya xwe anîn.

 

Meşa ku bi beşdariya nêzî 150 ciwanên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê destpê kir, di navbera 5-11’ê Sibatê de ji Heîlbronnê heta Freîbûrgê dewam kir.

 

Ciwanên Kurd duh ji stasyona trenê ya Offenbûrgê heta bajarê Lahrê meşiyan. Ciwanan di dema meşê de bi sedan belavokên bi zimanê Îngîlîzî û Elmanî yên têkîldarî êşkenceya tecrîda li Îmraliyê û dîlgirtina 24 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belav kirin.

Di roja şeşemîn a meşê de bi ciwanên enternasyonalîst ên ku di 6’ê Sibatê de ji Swîsreyê dest bi meşê kirin û çalakiya xwe li Baselê bi dawî kirin, di saet 9:00’an de li bajarê Freîbûrg Alten Synagog Platzê hatin ba hev û meşekî hevpar lidarxistin.

Ciwanan bi dûrşmeyên  “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî piştevaniya enternasyonalîstan” li navenda bajêr dest bi meşê kirin û bi daxuyaniyekî hevpar dawî li çalakiya xwe anîn.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Endamê Komîteya Amadekar a Çalakiya Meşa Dirêj a Enternasyonalîstan Camîllo Torres, çalakvana enternasyonalîst  Laura Delila, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Serhat Baran û li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Delîla Çaldir di daxuyaniyê de axivîn.

Yuksel Koç diyar kir ku meşa azadiyê ku her sal li Strasboûrgê tê organîzekirin ji ber karaseta erdheja hate taloqkirin.

Ciwanan di axaftinên xwe de banga piştevaniya Kurdistanê kirin.

Ciwanan, cezaya Merdan K.ê ku ji aliyê dewleta Elmanyayê ve hat girtin û di rûniştina îro de 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn şermezar kirin û wiha gotin, “Em ê xwedî li têkoşîna wî derbikevin."