Meşa ciwanan di roja 4’an de ye: Banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hat kirin

Meşa Dirêj a li Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat destpêkirin, di roja 4’an de li Reûtlîngenê destpê kir. Ciwanan banga piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kir.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê di roja xwe ya 4’an de destpê kir. Li bajarê Reûtlîngenê ku piranî faşîst lê dijîn, ciwanan hîna dest bi meşê nekirin, Tirkên faşîst xwestin meşê provoke bikin. Ciwanan destûr nedan provokasyonê û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li meşa xwe dewam kirin.

Ciwanan nerazîbûn nîşan dan ku alîkarî ji bo mexdûrên erdheja li Kurdistanê neçûye û banga piştevaniyê li gelê welatparêz ê li Ewropayê dijî, kirin.

Ciwanan bang li xelkê 'Herêma Tolhildan' kir ku di salên 1970'î de koçî Ewropayê kir, ku li welêt vegere û xwedî li warê xwe derkeve. Ciwanan wiha gotin: “Eger Kurdistan bi vê rewşê, ji destê dewletên faşîst re bê hiştin, wê hemû pereyên alîkariyê biçin şer.”

Ciwanan di dewama daxuyaniyê de, ev peyam da: “Ev meş ji rewşa li welêt ne qut e. Nefesa ku Rêber Apo ji 7 saliyê ve ji bo edalet û azadiyê distîne, divê êdî bibe tarzê jiyana me ciwanên Kurd.”

Ciwan wê îro nêzî 19 kîlometreyan bimeşin û wê di saetên şevê de bigihijin Tubîngenê.