Di Meşa Dirêj de baskên ‘ciwan’ û ‘enternasyonalîstan’ hatin ba hev

Baskên ciwan û enternasyonalîstan a Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hatî destpêkirin, îro li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hatin ba hev.

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd li Elmanyayê dayî destpêkirin, îro li Freîbûrgê di roja xwe ya dawî de didome.

Meşa Dirêj a ku enternasyonalîstan li Swîsreyê bi heman armancê dayî destpêkirin, li Freîbûrgê bi çalakiya ciwanan re hat ba hev.

Nêzî saet 10.00’an ciwanên Kurd bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî piştevaniya enternasyonal” û Bê Serok jiyan nabe” enternasyonalan pêşwazî kir.

Ciwan û enternasyonalîst bi hev re meşiyan û di saet 14.00’an de wê daxuyaniyek hevpar bidin.

Tê payîn ku di daxuyaniyê de banga seferberiyê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya têkildarî erdheja li Kurdistanê, bê kirin.

Ciwan tevlî kampanyaya alîkariyê ya ku Heyva Sor li Ewropayê dayî destpêkirin, bûn û peyama mezinkirina piştevaniyê dan.