Simko Şikakî li Heîlbronnê hat bibîranîn

Simko Şikakî (Halîl Bîlen), bi merasîmekê li Heîlbronnê hat bibîranîn.

Simko Şikakî (Halîl Bîlen) ku sala 2019’an li Efrînê şehîd bû, li Navenda Civakê ya Kurd a Heîlbronnê bi merasîmekê hat bibîranîn.

Xizmên Simko Şikakî, nûnerê KOMAW’ê û gelek Kurdistanî tev li bibîranînê bûn, bi deqeyekê rêz ji bo şehîdan hat girtin.

Nûnerê KOMAW’ê mafê axavtinê girt, ev tişt gotin: “Heval Şehîd Simko, şehîdekê me ye ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyaye. Nejibîrkirina qehremanên wiha û xwedîderketina li têkoşîna wan, erka me hemûyan e.“

Xizmên Şehîd Simko ku bi kurtî axivîn, wiha got: “Têkoşîna şehîdan ya me ye. Erka me ye ku em bibin liyaqê wan û bi rêya wan de biçin.“