Meşa Dirêj di roja 5’emîn de didome

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de didome.

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê ciwanan ve hatibû destpêkirin, di roja 5’emîn de ye.

Ciwanan ji bajarê Offenburg ê Elmanyayê di roja 5’emîn de jî meşiyan. Ciwanan bertek nîşanî encama erdhejê dan û pankarta "Berpirsyar,  polîtîkaya mêtingeriyê ya 100 salî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê ye" vekirin.

Her wiha hate diyarkirin, dewleta Tirk ji ber ku tevdîrên erdhejê nestendiye sûcdar e û nerazîbûn nîşanî nedana alîkariyê hate kirin.

Di meşê de ciwanan bang li derdorê kirin û di heman demê de li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Ciwanan diyar kirin ku armanca meşa wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û gotin, "Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe wê siyaseta qirêj a li Kurdistanê jî bi dawî nebe."

Ciwanên ku her sal bê rawestan dimeşin, di roja 5’emîn de bi dirûşmeya "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2023'an de di serketinê de misoger bikin" ketin rê.