EWROPA
Hemû Nûçe
-
Hişyariya hikûmeta Elman beriya hilbijartinên Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya Elman li ser çalakiyên li Elmanyayê yên têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, "Wê destûr ji wan çalakiyan re neyê dayin ku li ser ewlehiya navxweyî ya welatê me gef e." -
KON-MED: Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em dakevin qadan
KON-MED'ê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê kir ku ji bo piştgiriya berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê bê kirin tevlî çalakiya sibe ya li Kolnê bibin. -
Şehîdên Qetlîama Şeladizê li Londonê hatin bibîranîn
Bi pêşengiya ciwanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, kesên 23 û 28’ê Çileya 2019’an li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê yê Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatin qetilkirin, li Londonê hatin bibîranîn. -
KCDK-E: Kampanyaya îmzeyan qediya, em gelê xwe vedixwînin Brukselê
KCDK-E'yê diyar kir ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê ya YE'yê’ bê derxistin gelek îmze hatin berhevkirin û ji bo tevlêbûna çalakiya li Brukselê bang kir. -
Koma Pforzheîmê nobet dewr girt
Çalakgerên ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê nobeta li Strasbourgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewr girtin. -
Tecrîd li Lozanê hate protestokirin
Ciwanên TCŞ û TekoJIN’ê di çarçoveya pêngava “Werîn Cenga Azadiyê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Li Marsîlyayê li dijî tecrîdê meşa meşaleyî
Ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê dijîn, li herêma Saînt Loûîs li dijî tecrîdê meşeke bi meşaleyan li dar xist. -
Swîsre bêalîtiya xwe ya di şeran de bi dawî dike
Swîsre ku ji sala 1815’an û vir ve nabe piştgirê tu aliyekê şer, di sala yekem a şerê Ûkraynayê de pêşnûmeya xwe ya guhertina vê polîtîkayê, ji xwe re kir rojev. -
Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy bi bîr xist ku Komploya 15’ê Sibatê dikeve sala 25’emîn de û banga tevlêbûna meşa dirêj kir ku wê 6-11’ê Sibatê ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bi pêşengiya enternasyonalîstan bê lidarxistin. -
‘Em ê li Rêbertiyê bibin xwedî û tecrîdê bişikînin‘
Di çalakiya li Strasboûrgê hat lidarxistin de, banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel hat kirin û hat bibîrxistin ku sazî bi erka xwe rabibin. -
Çalakiya Strasboûrgê di roja 3’emîn de ye
Kurdistaniyan dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropa çalakî dan destpêkirin. Çalakî di roja 3’emîn de ye. -
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan wê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar bixe
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Kurdan ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, wê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar bixe. Înîsiyatîf bi milyonan îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de berhev kirine, wê pêşkêşê Komîsyona YE’yê bike. -
Erdogan serdana xwe ya li Berlînê betal kir
Serokkomarê Tirk Erdogan ku dihat payîn dawiya vê hefteyê biçe Berlîna paytexta Elmanyayê, geşta xwe betal kir. Hat zanîn ku Enqereyê li ser naverok û dema serdanê bi Berlînê re li hev nekiriye. -
Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê dewam dike
Çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê didome. -
Tevna Lêgerîna Alternatîf ji bo konferans û atolyeyê bang kir
Li Hambûrgê wê bi sernavê "Rabûna li ber modernîteya kapîtalîst IV: Em cîhana xwe dixwazin!, Li ber xwe bide, Bistîne û Jinûve Ava bike, Perwerdeya Xweser bike û Birêxistin bibe" bê lidarxistin. Wê fikrên Ocalan li konferanê bêne nîqaşkirin. -
KON-MED: Em bi deh hezaran kes werin Berlînê
KON-MED’ê ji bo meşa di 27’ê Çileyê de banga tevlêbûnê kir û got “Dîktatorekî qetlîaman û sûcên şer dike, çawa divê were pêşwazîkirin em ê wisa wî pêşwazî bikin.” -
Ahmet Şoreş, Firat Newal û Şehîdên Parîsê li Lyonê hatin bîranîn
Li bajarê Lyon ê Fransayê li ser banga HBDH û KBDH’ê şoreşger, welatparêz û komunîst li Place Bellecoûrê hatin ba hev û fermandarên MLKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Newal û Şehîdên Parîsê bi bîr anîn. -
Li Zanîngeha Atînayê li dijî tecrîd û dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin
Endamên TCŞ’ê li dijî tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li Kurdistanê, li Zanîngeha Atînayê çalakiyek li dar xist. -
Li ber KE’yê li dijî tecrîda Îmraliyê wê 3 rojan çalakî bê lidarxistin
Kurdên li Strasboûrgê li dijî tecrîda Îmraliyê hatin ba hev û dest bi çalakiyek ku wê 3 rojan bidome, kirin. -
KON-MED: Newroza Elmanyayê wê li Frankfurtê bê lidarxistin
Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku pîrozbahiya Newroza navendî ya Elmanyayê ya sala 2023'an wê li Frankfurtê bê lidarxistin. -
KCDK-E'yê ji bo şermezarkirina Erdogan bang li her kesî kir ku li Berlînê bin
KCDK-E’yê bang li Kurdistanî û hêzên demokratîk kir ku beşdarî çalakiya 27’ê Çile bibin ku wê li dijî serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Berlînê bê lidarxistin. -
KNK: Divê statu û ewlehiya xelkê me yê Êzidî bê misogerkirin
KNK'ê diyar kir ku biryara Meclîsa Federal a Almanyayê ya ji bo naskirina Qirkirina Êzidiyan biryareke girîng e, lê belê têrê nake û got, "Ji bo pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin, divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin." -
Li Hambûrgê şeva piştevaniya bi Rojava re
Nûnera QSD’ê Newroz Ehmedî ku peyameke bi dîmen şand ji şeva piştevaniya bi Rojava re û got: “Ên ku bi qetilkirina me dixwazin têkoşîna me biqedînin, wê negihîjin armanca xwe. Em ê bi berxwedanê bibin layiqê hevrêyên xwe yên şehîd.“ -
Şehîdên Parîsê bi awayek girseyî hatin bîranîn - HATE NÛKIRIN - II
Şehîdên Parîsê li bajarên Elmanya û Fransayê hatin bîranîn. Sercan Aydin di merasîma li Marsîlyayê de axivî û bang li gelê Kurd kir ku li dora têkoşîna heqîqetê kom bibin. -
ADGB: Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin
ADGB‘yê diyar kir ku weke gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji ber pêkanînên faşîst û polîtîkayên nedemokratîk ên dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne û got: “Em Erdoganê dîktator li Elmanyayê naxwazin.“