‘Em ê li Rêbertiyê bibin xwedî û tecrîdê bişikînin‘
Di çalakiya li Strasboûrgê hat lidarxistin de, banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel hat kirin û hat bibîrxistin ku sazî bi erka xwe rabibin.
Di çalakiya li Strasboûrgê hat lidarxistin de, banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel hat kirin û hat bibîrxistin ku sazî bi erka xwe rabibin.
Çalakiya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê hat lidarxistin, bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Kurdistaniyên ji Swîsreyê hatin, saziyên baweriyê yên Kurdistanî, Tevgera Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Koordînasyona Êzidiyan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), partiyên Rojhilatî, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), hilbijartiyên HDP’yî, Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-KON), û hunermendên TEV-ÇAND’ê tev li
çalakiyê bûn.
‘DIVÊ CIVAK TEVBIGERE’
Parêzer Selma Benkhelîfa ku di çalakiyê de axivî, ev tişt gotin: “Em parêzer di dozekê de bi ser bikevin ew doz bi dawî dibe. Lê wisa xuya ye ku em bi ser dikevin dewlet rêzê ji biserketina me re nagire. Tirkiye bi biryarên dadgehê nake. Li Konseya Ewropayê tiştê ji me re hat gotin ev e: ‘Bi yasayî hûn mafdar in.’ Medyaya Ewropayê ji bo rabûna tecrîdê ji ser Abdullah Ocalan tevnegere, ew ê jî tevnegerin. Nexwe ji bo tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe divê em tevbigerin. Lewra Abdullah Ocalan ne bi tenê girtiyek e, ew di heman demê de sembolek e ji bo gel û ji sembolan jî wêdetir e ji bo vî gelî. Serhildana li Îranê û li Tirkiyeyê bi saya îdeolojiya Abdullah Ocalan e. Bi taybetî ji bo jin azad bibin divê siyaset û felsefeya xwe bi azadî bike û êdî ne tecrîdkirî be.“
‘DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ BIKE KU TIRKIYE LI GOR BIRYARAN TEVBIGERE‘
Parêzer Joke Callewaert jî wiha got: “Em di heman demê de parêzerên Rêzdar Aydar in. Mixabin li Belçîkayê jî mirovên ji tevgera Kurd, parlamenter bi ‘rêxistina terorîst’ tên sûcdarkirin. Cihê kêfxweşiyê ye ku dadgeha Belçîkayê biryar da ku wê yasayê terorê ji bo Rêzdar Aydar û Rêzdar Kartal neyê pêkanîn. Me di warê hiqûqî de kar kir lê mixabin bi awayê siyasî nehat pêkanîn. Me divê ku siyasî bi biryarên edaletê bikin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê du caran biryar da ku prosedura li ser Abdullah Ocalan ne yasayî ye. Lê Tirkiye bi van biryaran jî nekir.“
‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME HEMÛYAN E’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in tecrîdkirî ye li ber Konseya Ewropayê hatine ba hev û got: “22 sal in haya me ji Rêbertiya me nîn e. Lewma em nûnerên saziyên Kurdistanî û dostên Kurdan li vir dengê xwe bilind dkin. Li Konseya Ewropayê civînên konseyê hene, parlamenterên HDP’ê, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Ocalan a Navneteweyî li konseyê hin civînan çêdikin. Kurd û dostên xwe li ser pêyan in. Nobeta Azadiya ji bo Rêbertiyê ku 11 sal berê dest pê kir, berdewam e. Di salvegera 24’emîn a Komloya 15’ê Sibatê de em ê kampanyayê mezin bikin û tecrîdê bişikînin. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e.“
Aydar bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê kir ku bi erka xwe rabibin û got: “Xwedî derketina li Rêbertiyê erka exlaqi û siyasî ya me tevan e. Heta Rêber Apo azad bibe em ê li têkoşînê dewam bikin.“
‘HETA KU HAYA ME JI RÊBERTIYÊ ÇÊBIBE EM Ê ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN’
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku Kurd 24 sal in têdikoşin û wiha axivî: “CPT û Konseya Ewropayê ji tecrîda berpêyî Rêbertiyê berpirs in. Serok Apo, vîna gelê Kurd, demokrasî û azadiyê ye. Rêber Apo Kurd û Kurdistan e. Heta haya me ji Rêbertiyê çêbibe em ê li çalakiyên xwe dewam bikin.“
‘TECRÎD ROJ BI ROJ GIRANTIR DIBE’
Rojnamevan Sara Glynn jî wiha axivî: “Girtîbûna Rêber Apo di heman demê de sala 24’an hesabnekirina mafê mirovan e. Tevî hemû hewildan û serlêdanan pêkanînên nedemokratîk berdewam in. Rewşa li Îmraliyê her ku diçe girantir dibe. Piştgiriya parêzerên navneteweyî ya ji bo Rêber Apo, gelek e.“
‘EM Ê HEWIL BIDIN KU ÎRLANDA JÎ TEVBIGERE’
Endamê Meclîsa Parlamentoya Konseya Ewropayê, Parlamenterê Sîn Féîna a Îrlandayê Paûl Gavan jî got: “Ez şeş salan hatim vir. Min li vir jin û mêrên herî têkoşer ên cîhanê nas kirin. Ocalan, rûyê rastîn ê mirovahî û demokrasiyê ye. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina demokrasiyê ye. Em ê hewil bidin Îrlanda jî li ser vê mijarê bisekine. Erka min ew e ku em Partiya Sîn Feîn li piştgiriya xwe dewam bikin.“
‘FIKIRÊN ABDULLAH OCALAN ÊN LI SER JINAN GELEK GIRING IN’
Ji Înîsiyatîfa Azadî ji bo Ocalan a Navneteweyî ya Jinan Sawsan Choûman jî wiha got: “Armanca me xwestina azadiya Ocalan û rakirina astengiyan e. Em dixwazin bikin ku felsefeya Ocalan bê bihîstin. Fikirên Ocalan ên li ser jinan ji bo me gelek giring in. Em jinên Ereb ji fikirên wî bi bandor bûn. Ocalan, rêberê hemû gelan e. Ez berxwedana we û Rêbertiya we silav dikim.“