Li Marsîlyayê li dijî tecrîdê meşa meşaleyî

Ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê dijîn, li herêma Saînt Loûîs li dijî tecrîdê meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Marsîlyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li herêma Saînt Loûîsê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Gelek ciwan êvarê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û poster hildan û meşiyan.

Ciwanan got ku heta têkbirina faşîzmê ew ê terka qadan nekin û bi berzkirina dirûşmeyên bi Fransî tecrîd protesto kir.

Ciwanan rêz ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê girt, bi daxuyaniya ku dan, dan xuyakirin ku ew ê çalakiyên li cihên cuda bikin.