Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatî destpêkirin, ket meha 25’emîn de.
Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de li qada Natîonsê çalakiya rûniştinê li dar dixin.
Kurdisanî di çalakiya ku 25 meh in dewam dike de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û di heman demê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanî pêk tînin, teşhîr dikin.
Di çalakiya vê hefteyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî û bal kişand ser tecrîda Îmraliyê. Atasoy bi bîr xist ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêz dibe û wiha got: “Tecrîda mutlaq a ku îro li ser Rêberê me tê meşandin, ji êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên komkujiyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, qut nîne. Bi tecrîd, dagirkerî û komkujiyan vîna gelê Kurd dikin hedef.”
Atasoy destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê li ser esasê azadiya Abdullah Ocalan bi rêve dibin, ji hêzên komploger re bûye bersiv û got: “Sala 2023’an wê bibe sala azadiya gelê Kurd û Rêbertiya me.”
DI BASKÊ MEŞA DIRÊJ A LI SWÎSREYÊ DE, WÊ ENTERNASYONEL BIMEŞIN
Atasoy got ku gelên cîhanê xwedî li paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî avakirin, derdikevin û banga tevlêbûna Meşa Dirêj a kir ku wê 6-11’ê Sibatê bi pêşengiya enternasyonalîstan ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bê lidarxistin.
BERNAMEYA MEŞA DIRÊJ
Komîteya Amadekar a Meşê, bernameyva meşa ku wê ji Cenevreyê destpê bike, eşkere kir.
Çalakger wê roja 4’ê sibatê li Cenevreyê bên ba hev û 5’ê Sibatê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Çalakger wê 6’ê Sibatê saet 9.30’an li navnîşanda Place de Neûveyê dest bi meşê bikin û wê 7’ê Sibatê biçin Lozanê, 8’ê Sibatê biçin Bernê, 9’ê Sibatê biçin Solothûrnê, 10’ê Sibatê jî wê biçin Baselê û wê etaba Swîsreyê temam bikin.