EWROPA
Hemû Nûçe
-
Wezîra yekemîn a rojhilatê Elmanyayê di hedefa nijadperestan de ye
Doreen Denstadt ê bû wezîrê reşîk ê yekemîn eyaletên rojhilatê Elmanyayê, beriya ku dest bi kar bike komên nijadperest ên Elman gef lê xwarin, heqaret lê kirin. -
Li Melboûrneyê Şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Şehîdên Parîsê li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê hatin bîranîn. -
Konseya Rêveber a KNK’ê li hev civiya
Konseya Rêveber a KNK'ê piştî kongreya xwe ya 21'ê, civîna xwe ya destpêkê lidar xist. Di civînê de rewşa li Kurdistanê û herêmê hate nîqaşkirin. -
Li Stockholmê şeva ji bo piştgiriya Rojava
Kurdên li Swêdê, ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevî dostên xwe şahiyek lidar xistin. Şahî bi dirûşma "Şoreşa Rojava biparêzin" pêk hat. -
Tahir Serhat li Fransayê hat bîranîn
Tahir Serhat ê rojên borî li Rûsyayê wefat kir, li banliyoya Dransy a Parîsê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Şehîdên Qetlîamên Parîsê li Dresdenê hatin bibîranîn
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kizil ku li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Tecrîd li Lorîent û Reîmsê hat protestokirin
Li bajarên Lorîent û Reîms ên Fransayê bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Parîsê, hat protestokirin. -
Li Berlînê polîsan meşa li dijî tecrîdê asteng kir
Li paytexta Elmanya Berlînê polîsan bi awayek keyfî, Kurdên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, asteng kir. -
Akademîsyenên Kurd çûn serdana AKKKM’ê
Komek akademîsyenên Kurd ji bo jina Kurd a şoreşger Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ê welatparêz ku hatin qetilkirin, serdana AKKKM’ê kir. -
Hevkariya Tirk-Fransayê hat protestokirin
Li bajarê Brest ê Fransayê hevkariya Tirk-Fransayê hat protestokirin. -
Siyasetmedarê Kurd Pekerman bû serokê kantona Baselê
Siyasetmedarê Kurd Bulent Pekerman bû serokê kantona Baselê ya Swîsreyê. -
Ciwanên Kurd çalakiya bêîteatiya sivîl kirin
Ciwanên Kurd li qenaleke nûçeyan a Yewnanistanê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û qala sûcên dewleta Tirk ên şer kirin. -
Êrîşên kîmyewî li Swîsreyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li kantonê St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê hatin şermezarkirin. Ji bo kampanya maskeyên gazê jî banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Parlamentoya Fransayê konferans hat lidarxistin
Gelek siyasetmedar, hiqûqzan, mafparêz ku tev li konferansê bûn, daxwaz ji Fransayê kir ji bo edalet û heqîqetê “sira dewletê“ rabike û hemû belge û agahiyên di destên xwe bi dosyeyê re parve bike. -
Dozger bi israr xwest ku Brant bê cezakirin
Parlamenterê Elman ê berê Michel Brandt ê ku ji ber sembolên siyasî yên Kurdan parve kir, doz lê hat vekirin. Ji rûniştina dozê tu biryar derneket, lê dozger bi israr xwest ku Brandt bê cezakirin. -
SYRIZA û S&D'yê bertek nîşanê êrîşên bi ser HDP’ê da
SYRIZA û S&D'ê bertek nîşanê êrîşên bi serHDP'ê da û peyama piştevaniyê ragihand. -
Li Marsîlyayê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
Ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya ciwanan li Marsîlyayê çalakî hat lidarxistin. -
Li ber avahiya Balyozxaneya Fransa ya Stûttgartê çelenga reş hat danîn
Kurdan û dostên wan bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê û komkujiya di 23’ê Kanûnê de li heman bajarî pêk hat de, çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Fransa ya li Stûttgartê. -
Elmanya careke din piştgiriya dewleta Tirk kir
Hikûmeta Elman ku der barê êrîşa dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da û got. "Agahiyên pêwîst nîne ku hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin" careke din piştgirî da dewleta Tirk. -
Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de Qetlîamên Parîsê hatin protestokirin
Di çalakiya rûniştinê de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê tê lidarxistin, Qetlîamên Parîsê hatin protestokirin. -
Parlamenterê berê yê Elman kete ber doza 'Te çima wêneyê Kurdan parve kir'
Parlamenterê berê Michel Brandt ji ber ku di xwepêşandanekê de 'sembolên qedexekirî' hate dîtin, ketibû ber dozê. Rûniştina biryardana dozê ya li temyîzê sibe li Karlsrûheyê pêk tê. -
Li Lyonê dewleta Tirk bi çalakiya afîşan hat teşhîrkirin
Enternasyonalîstên Fransî û aktîvîstên femînîst, ji bo bibîranîna Şehîdên Parîsê û teşhîrkirina dewleta Tirk, afîş bi Qada Hevrîn Xelef ve kirin. -
Şehîdên Parîsê li Lubeckê hatin bibîranîn
Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn. -
Li Perûyê di çalakiyên protestoyî de 17 kesan jiyana xwe ji dest da
Li gor rayedaran, di pevçûnên di navbeyna alîgirên serokkomarê berê yê Perûyê û hêzên ewlehiyê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe dest daye. -
Yekîtiya Ewropayê dixwaze heta sala 2024’an qanûna nû ya penaberiyê derxe
Yekîtiya Ewropayê (YE) dest bi xebata derxistina qanûnek nû ya penaberiyê kiriye ku hemû welatên endam di nav de bin. Armanca YE’yê ew e ku qanûna nû heta bi meha Adarê ya sala 2024’an derbixe.