Siyasetmedarê Kurd Pekerman bû serokê kantona Baselê

Siyasetmedarê Kurd Bulent Pekerman bû serokê kantona Baselê ya Swîsreyê.

Di hilbijartina kantona Baselê de siyasetmedarê Kurd Bulent Pekerman (45) ji Partiya Lîberalên Kesk (GLP) bû serokê kantonê. Pekerman ji nav 99 parlementeran dengê 87 heban stend. Cara pêşîn Kurdekî koçber dibe serokê kantonê.

Pekerman ji sala 2021’an û vir ve di Konseya Mezin de cih digire. Ji sala 2009’an heta sala 2013’an jî di parlementoya kantonê de cih digirt.Bulent Pekerman du sal in parlementerê Baselê bû. Piştî meha Sibatê wê ji bo salekê bibe serokê wê.

Pekerman ji Kurdên Anatoliya Navîn e û di 15 saliya xwe de ji Tirkiyeyê koçî Swîsreyê kir.