Tecrîd li Lorîent û Reîmsê hat protestokirin
Li bajarên Lorîent û Reîms ên Fransayê bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Parîsê, hat protestokirin.
Li bajarên Lorîent û Reîms ên Fransayê bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Parîsê, hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lorîent ê Fransayê dijîn, di saetên şevê de li qada Place Françoîs Mîtterandê hatin ba hev.
Kurdistanî û dostên wan meşiyan û bi Fransî û Kurdî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Belavokên Fransî hatin belavkirin. Çalakvanên ku gihiştin qada Arîstîde Bîrand, li vir deqeyek rêz girtin.
Di axaftinên hatin kirin de, tecrîd hat şermezarkirin û Komkujiya Parîsê hat lanetkirin. Nûnerên Fransî yên tevlî çalakiyê bûn jî, hestên xwe yên piştevaniyê ragihandin.
REÎMS
Îro li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo eşkerekirina faîlên Komkujiya Parîsê ya 1’emîn û 2’emîn û ji bo rakirina biryara nepeniyê ya derbarê dosyayên dozê, çalakiyek hat lidarxistin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin hildan.
Çalakî bi pêşengiya Komîteya Jinan a Arîn Mîrkan, di saet 15.00’an de li ber gara navendî ya Reîmsê destpê kir. Meş heta place d’Erlon (Navenda Reîmsê) dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Kujer Erdogan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Nûnerên partiyên sosyalîst û komunîst ên Fransî jî tevlî meşê bûn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, bang li dewleta Fransa hat kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.