Êrîşên kîmyewî li Swîsreyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li kantonê St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê hatin şermezarkirin. Ji bo kampanya maskeyên gazê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li kantonê St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê hatin şermezarkirin. Ji bo kampanya maskeyên gazê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî, li kantonên St. Gallen û Ticino yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku dewleta Tirk sûcê şer dike û bang li raya giştî hate kirin ku dengê xwe li dijî dewleta Tirk bilind bike.
ST. GALLEN
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê Koma Piştevaniya Kurdistan û Sûriyeyê çalakiyek lidar xist û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, bi vî rengî sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç, Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya li Swîsreyê û Serokê Şaxê Swîsreyê yê IPPNW Dr. Peppe Savary weke qiseker tevlî çalakiyê bûn. Di semînerê de nîqaş li ser bikaranîna çekên kîmyewî hate kirin.
Dr. Peppe Savary anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û qala serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê kir ku tevî Dr. Jan van Aken ê Elman pêk anî. Savary got, "Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî weke heyetekê em ji Ewropayê çûn Hewlêrê. Hin endamên heyetê yên bi me re hatin li Frankfurtê û hinek jî li Balafirgeha Erbîlê aliqîn. Em çûn heta Amediyê, lê em jî li wir asê man. Hikumeta Herêmî ya Kurd nehişt ku em derbas bibin. Ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirk re nehişt. Li Amediyê hin mirov hebûn ku ketibûn bin bandora kîmyasalê û walî nehişt ku em wan mirovan bibînin."
Dr. Peppe Savary diyar kir ku li dijî Kurdan ne cara yekê ye ku çekên kîmyewî têne bikaranîn û komkujiya kîmyewî ya sala 1988'an a li Helebçeyê bi bîr xist ku ji aliyê Saddam Huseyîn ve hate kirin.
Dr. Savary têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku wan hemû dîmen û belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji Rêxistina Pêşîgirtina li Çekên Kîmyewî (OPCW) û hemû saziyên Pêwendîdar re şandine.
'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Endama Konseya Rêveber a KNK'ê Nîlufer Koç jî diyar kir ku dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî hêzê werdigire û got, daxuyaniyên heta niha hatine kirin, gavên hatine avêtin di encama çalakiyên Kurdan û dostên wan de pêk hatine. Nîlufer Koç destnîşan kir ku divê her kes li ber sûcê dewleta Tirk ê bi çekên kîmyewî dengê xwe bilind bike.
Di çalakiyê de ji bo kampanya maskeya gazê ya ji bo gerîlayan banga tevlîbûnê hate kirin.
TICINO
Li bajarê Ticino yê Swîsreyê bi pêşengiya Kolektîfa Jinê ya Jiyan û Komîsyona Têkiliyên Derve ya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bi kar tîne. Dr. Peppe Savary û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya CDK-S'yê Ahmet Yaman tevlî civînê bûn.
Ahmed Yaman diyar kir ku piştevanî her tim girîng e û ji bo kampanya maskeya gazê ya ji bo gerîla banga tevlîbûnê kir.