Komîsyona Ewropayê ku beşê herî erkbilind ê YE’yê ye, meha Îlonê ya sala 2020’an pêşniyaz kiribû di qanûna penaberiyê de guhertinên radîkal bên kirin. Hatibû pêşbînîkirin ku qanûna hevpar a nû ku wê li 27 welatên endam derbasdar bibe, beriya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê ku wê meha Gulanê ya sala 2024’an bê kirin, derbikeve.
Cudahiya fikrî ya siyasî di navbeyna welatên endam de her ku diçe zêde dibe û ya herî giring jî ew e ku li ser belavkirina penaberan li welatên din ên YE’yê, li hev nakin.
SWÊD: EM KETINE HEWILA AVAKIRINA YEKÎTIYA FIKRA SIYASÎ
Hikûmeta Swêdê ku serokatiya serdemê ya Yekîtiya Ewropayê dike, di mijara derxistina yasaya penaberiyê ya nû de xweşbîn e. Sefîrê Swêdê yê li YE’yê Lars Danîelsson ku li Brukselê bi çapemeniyê re axivî, diyar kir ku ew ji bo qanûnê ketine hewila avakirina yekîtiya fikra siyasî.
Danîelsson da zanîn ku ew dixwazin pakêtê reformê heta bi çaryekê pêşîn ê sala 2024’an derbixin û wiha axivî: “Niha parekê giring ê welatên endam amade ne ku li hev bikin. Rayedarê Swêdî bal kişand ser wê yekê ku qanûn û mijara penaberiyê wê beriya hilbijartinên meha Gulanê ya sala 2024’an li YE’yê bibin rojev; ji ber ku bi vê mijarê hem dibe ku mirov hilbijartinan kar bike hem jî dibe ku têk biçe.“