Meclisa Jinan Ûta, li bajarê Dresden ê Elmanyayê merasîmeke bibîranînê ji bo şehîdên Qetlîamên Parîsê organîze kir. Kurdistanî û piştevanên enternasyonel tevlî merasîmê bûn. Rêz ji bo şehîdên Kurdistanê hat girtin û merasîm destpê kir û axaftin hatin kirin. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Zekiye Arik axivî.
Safiye Erol ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) mafê axaftinê girt, behsa têkoşîna Sakîne Cansiz kir. Apê hunermend Mîr Perwer Faysal Çetîn jî wiha got: “Dewleta Tirk, ji hiqûqa dijminahiyê jî bêpar e. Polîtîkaya xwe ji bo qetilkirina Kurdan dike.”
Bibîranîn, piştî nîşandana sînevîzyonê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.