Hevkariya Tirk-Fransayê hat protestokirin

Li bajarê Brest ê Fransayê hevkariya Tirk-Fransayê hat protestokirin.

Li bajarê Brest ê Fransayê, li ser banga gelek rêxistinên çep û rêxistinên civakî yên sivîl, Kurd bi pankarta “Ji bajarê Brest silav ji Rojava û hemû Kurdistanê re” ji Parc a Chaînesê hatin Commerc a buroya Thales lê ye. Belavokên ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û şîrketên Fransayê yên ku di qada leşkerî de piştgiriyê didin dewleta Tirk, hatin teşhîrkirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “A bas regîme fascîste en Tûrqûîe” meşiyan.

‘EM Ê PIŞTEVANIYA BI GELÊ KURD RE, LI HER QADÊ MEZIN BIKIN’

Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hat gotin: “Hikûmeta Tirk a faşîst, li gelek qadan bi hikûmeta Fransayê re di nava peymên leşkerî de ye. Bi gelek welatên weke Fransayê re, têkîliyên bazirganî dewam dikin. Li Brestê şîrketa THALES ku tesîsên wê cur be cur hene, yek ji aktorên taybet e ku rampayên fuze û uyduyek leşkerî ya bi teknolojiya bilind radestî Tirkiyeyê dike. Heta ku Komkujiyên Parîsê bi hemû aliyên xwe ve tên eşkerekirin, heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd radibe û heta ku êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk li giştî Kurdistanê pêk tîne bi dawî dibin, em ê bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin û bi awayek hîn bi hêztir, li qadan bin.”

Çalakiya protestoyî bi berzkirina dirûşmeya “Ji Kurdistanê re silav, li dijî faşîzma Tirk li her qadê boykot” hat berzkirin.