Elmanya careke din piştgiriya dewleta Tirk kir

Hikûmeta Elman ku der barê êrîşa dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da û got. "Agahiyên pêwîst nîne ku hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin" careke din piştgirî da dewleta Tirk.

5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûne lê hêj li ser rastiya mafê “parastina rewa“ ku dewleta Tirk kir hinceta dagirkirina Efrînê tu lêkolînek nehatiye kirin. Ji wê boneyê Parlamentera Partiya Çepgir a Elman Sevîm Dagdelen, bi pirsnameyekê mijar li Meclîsa Federal kir rojev.

‘DI DER BARÊ EFRÎNÊ DE ME TÊR AGAHÎ NÎN E’

Dagdelen ji Hikûmeta Federal pirsî ku li ser binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya dewleta Tirk tu lêkolîn kiriye ya na. Li ser navê hikûmeta Scholz, Şêwirmendê Wezîrê Karê Dervê Andreas Mîchaels bersiva Dagdelenê da.

Mîchaels îdiar kir ku wan têr agahî nîn e têkildarê binpêkirin û nekirina hiqûqa navxweyî ya dewleta Tirk a li Efrînê. Rêveberiya Berlînê bersiveke eşkere ji bo îdiaya “parastina rewa“ ya Tirkiyeyê neda û cardin piştgiriya dewleta Tirk kir.

Mîchaels diyar kir ku Hikûmeta Elman a Federal caran rexne li Tirkiyeyê kiriye ku çima li Bakurê Sûriyeyê ye û bi domdarî ev tişt anîn ziman: “Me xwest ku xelkê sivîl bê parastin û heta ku mimkûn be bila dawî li hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyeyê bîne.“