Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de Qetlîamên Parîsê hatin protestokirin
Di çalakiya rûniştinê de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê tê lidarxistin, Qetlîamên Parîsê hatin protestokirin.
Di çalakiya rûniştinê de ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Cenevreyê tê lidarxistin, Qetlîamên Parîsê hatin protestokirin.
Di çalakiya rûniştinê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê tê lidarxistin, qetlîamên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de ku ji 25’ê Çileya 2021’ê heta niha her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de li qada Place de Natîons ku li ber NY’yê ye, tê lidarxistin, vê hefteyê şoreşgerên di qetlîamên li Parîsê de şehîd bûn, hatin bibîranîn û qetlîam hatin protestokirin.
Di şexsê sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya sala 2013’an hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku 23’ê Kanûna sala 2022’an hatin qetilkirin, rêz hat girtin.
‘ÇAREYA YEKANE YA KURDAN BERXWEDAN E’
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Mulkiye Aşirbayev, sînor ji qetlîamên li dijî Kurdan re nemaye û wiha axivî: “Em baş dizanin ku qetlîama 23’ê Kanûnê sê Kurdên şoreşger hatin armanckirin û qetilkirina sê jinên Kurd 9’ê Çileya sala 2013’an ne tesaduf e.”
Aşirbayev anî ziman ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke Kurdan nîn e û got ku asta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û wiha pêde çû: “Hêzên qirker û dagirker ku li ber berxwedana gerîla têk diçin, ji bo vîna Kurdan desteser bikin di serî de jin, dixwazin Kurdan ji xwe re bikin armanc. Em ê azadiya Rêbertiya xwe û Kurdistanê ji xwe re bikin esas û derbikevin qadan û li teşhîrkirina polîtîkayên qetlîamê dewam bikin.”