Ciwanên Kurd çalakiya bêîteatiya sivîl kirin
Ciwanên Kurd li qenaleke nûçeyan a Yewnanistanê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û qala sûcên dewleta Tirk ên şer kirin.
Ciwanên Kurd li qenaleke nûçeyan a Yewnanistanê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û qala sûcên dewleta Tirk ên şer kirin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li qenala nûçeyan a CONTRA çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwan ji bo balê bikişînin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ketin weşana zindî ya CONTRA TV.
Di çalakiyê de ku RiseUp4Rojava û gelek raksiyonên çep piştgiriya wê kirin, tevî hildana pankartên li ser faşîzma dewleta Tirk her wiha dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.