Tahir Serhat li Fransayê hat bîranîn

Tahir Serhat ê rojên borî li Rûsyayê wefat kir, li banliyoya Dransy a Parîsê bi merasîmekê hat bîranîn.

Gelek kes tevlî merasîmê bûn û ji bo Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, deqeyek rêz hat girtin.

Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Têlî û ji malbata şehîd Serhat, Aran Serhat axivîn.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.