EWROPA
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Parîsê li Aaraûyê hatin bibîranîn
Bi tevlêbûna malbata Evîn Goyî, şehîdên Parîsê li Aaraûyê hatin bibîranîn û soza pêşxistina têkoşîna şehîdan hat dayîn. -
Serlêdanên li YE’yê yên ji bo penaberiyê bûn du qat
Hat diyar kirin ku li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ne, sala 2022’yan serlêdanên ji bo pênaberiyê bûne du qat û gihîştiye nêzîkê milyonekî. -
Li Bremenê şehîd hatin bîranîn
Endamê Asayîşa Rojava Helal Qasim, li Bremenê hate bîranîn. -
'Em Erdoganê ku wê were Berlînê şermezar bikin'
Înîsiyatîfa ‘Erdogan Not Welcome’ bang li her kesî kir ku, tevlî çalakiyên şermezarkirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bibin ê ku wê di 27'ê Çileyê de biçe Elmanyayê. -
Bi hezaran kes li Swêdê meşiyan
Bi hezaran kes li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye kom bûn û faşîzma dewleta Tirk û siyaseta dewleta Swêdê ya li ser Kurdan, protesto kirin. -
Li Berlînê Komuna Şehîd Rêzan Amed hat avakirin
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye Komuna Şehîd Rêzan Amed hate avakirin. -
Kolektîfa Jin Jiyan Azadî li Hambûrgê mîtîng li dar xist
Kolektîfa Jin Jiyan Azadî, ji bo piştevaniya serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji bo protestokirina zexta dewletê ya li ser serhildanê, li Hambûrgê mîtîng li dar xist. -
Tecrîd li Hagenê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê li Hagenê hat protestokirin. -
Bi hezaran kes li Marsîlyayê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi hezaran kes li Qada Canabîereyê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li gorî Macron û Scholz, divê Ewropa hêza xwe ya leşkerî zêdetir bike
Serokkomarê Fransayê Macron û Serokwezîrê Elman Scholz destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropayê hêza xwe ya leşkerî zêde bike û razemeniyê li çekdarkirina xwe bike. -
Kurdên li Montpellierê: Em ê rê nedin provokasyonan
Kurdên li bajarê Montpellier ê Fransayê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê daketin qadan û gotin, "Em ê rê nedin provokasyonan." -
Mîr Hazim Tahsîn Beg ji Çira TV re axivî: Biryara parlamenta Almanyayê girîng e
Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg biryara parlamenta federal a Alman ku fermana 2014'an a li Şengalê weke Qirkirinê nas dike, weke biryareke erênî nirxand û xwest, bibe wesîleya çareseriya pirsgirêkên li Şengalê. -
KNK'ê bang li CPT û Konseya Ewropayê kir: Dawî li tecrîdê bînin
Konseya Rêveber a KNK'ê ji CPT û Konseya Ewropayê xwest ku bi erka xwe rabin, dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û derfetên ji bo hevdîtinê biafirînin. -
Şervanê YPG'ê yê Îtalyayî hate veşartin
Enternasyonalîst ê Îtalyayî Riccardo Nicodano yê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, 13'ê Çileyê koça dawî kir. Nicodano doh li Pombiayê hate veşartin. -
Li Yewnanistanê amadekariya Meşa Dirêj
Kurd û dostên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîda li ser, amadekariya meşeke bi sê rojan dikin ku wê ji Lavrîonê dest pê bike û li Atînayê bi dawî bibe. -
Li Zanîngeha Lozanê li dijî tecrîdê çalakî
Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zanîngeha Lozanê çalakî li dar xistin. -
KCDK-E ji bo çalakiya li Strasboûrgê bang kir: Ji Rêber Apo re azadî!
KCDK-E’yê ji bo çalakiya rûniştinê ya di navbera 23-25 'ê Çileyê de li Strasboûrgê bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re azadî' bê lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kir. -
Ciwanên li Stuttgartê ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin
Ciwanên Kurd ên li Stuttgartê ji bo 'Meşa Dirêj' a 5-10’ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin. -
HSK'ê ji malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê re alîkarî şand
Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê re wek gava pêşî 37 hezar 550 Euro alîkariya madî şand. -
Elmanya: Me nehişt 24 kes tevlî bîranîna li Parîsê bibin
Wezareta Karên Hundir a Elman li xwe mikur hat ku di 7'ê Çileyê de 24 welatiyên Elman ên ji bo tevlî xwepêşandana li Parîsê bibin bi rê ketin, li ser sînor hatin astengkirin. -
Li Zanîngeha Mozartê bernameya piştevaniya bi gelên Îranê re
Li Zanîngeha Mozarte ku li Salzbûrgê ye, çalakî ji bo piştevaniya bi gelên Îranê re hat lidarxistin. -
Meclîsa Elmanyayê fermana Êzidiyan nas kir
Meclîsa Elmanyayê bi yekdengî pêşnûmeqanûna ku qirkirina Êzidiyan pê bê naskirin, qebûl kir. Endama Partiya Çepgir Dagdelen, rexne kir ku çima YPG’ê ya Êzidî rizgar kirine, nehatiye bibîrxistin. -
'Serokê me rûmeta me ye, ji bo azadiya wî bila her kes têbikoşe'
Nobeda Azadiyê bi 5 kesên ji Freiburgê dewam dike. Aytaş Ozveren bi navê çalakgeran axivî, bi bîr xist ku bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û ji her kesî xwest ku ji bo Ocalan a ji dest tê, bike. -
Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xist
Rêxistinên ciwanan li Berlîn, Freîbûrg û Marsîlyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û gotin: “Tu aliyê mirovî yê tecrîda girankirî ya bi 22 mehan nîn e. Çi kesê dengê xwe neke, sûcdar e.“ -
Kurdistaniyan têkildarî tecrîdê dosyayek radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir
Kurdistaniyên li Bernê dijîn, ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist û dosyayek radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir.