Meclîsa Federal a Almanyayê di 19'ê Çileya 2023'an de bi rûniştineke taybet Fermana 2014'an a li Şengalê weke Qirkirina Êzidiyan nas kir.
Yek ji beşdarên vê rûniştina taybet a parlamentê Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bû.
Mîr Hazim Tahsîn Beg li ser biryarê ji Çira TV re axivî û got, "Îro gelek kêfa me hat. Ji bo me rojeke dîrokî bû. Îro biryar dan ku karesata Êzidiyan weke qirkirinê bê pênasekirin. Hemû partiyên Almanyayê qebûlkirin. Gelek baş e, ji bo me. 20 made di nav de hene. Lê belê em li ber madeya 7'an rabûn."
Mîr Hazim Tahsîn Beg bi bîr xist ku heta niha zêdeyî 10 dewletan Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine û got, "Îro jî Almanyayê Elmanya qebûl kir. Bû 13 dewlet. Di biryara xwe de gelek tiştên baş kirin. Me kombûn li gel Cîgira Serokê parlamentê kir. Gotin ji niha û pê ve wê kar bikin li ser van bûyeran. Înşaleh pirsgirêka Şengalê û Êzidiyan wê çareser bibe."