Li Yewnanistanê amadekariya Meşa Dirêj

Kurd û dostên xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîda li ser, amadekariya meşeke bi sê rojan dikin ku wê ji Lavrîonê dest pê bike û li Atînayê bi dawî bibe.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) û Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê, ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û şermezarkirin tecrîdê û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiara “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo werin têkoşîna azadiyê“ meşeke dirêj wê bê lidarxistin.

Tê payîn ku meş bi sê rojan li ber xwe bide. Roja pêşîn wê ji Lavrîonê heta bi Markopoûloyê; roja duduyan ji Markopoûloyê ta bi Peanîeyê, roja sisêyan jî wê ji Peanîeyê ta bi Atînayê dewam bike.

TCŞ’ê, ji bo meşê vîdeoyek amade kiriye. Di vîdeoyê de tê bibîrxistin ku 24 sal bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye û banga tevlêbûna meşê li Kurdên li Yewnanistanê û dostên wan tê kirin.