Şervanê YPG'ê yê Îtalyayî hate veşartin
Enternasyonalîst ê Îtalyayî Riccardo Nicodano yê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, 13'ê Çileyê koça dawî kir. Nicodano doh li Pombiayê hate veşartin.
Enternasyonalîst ê Îtalyayî Riccardo Nicodano yê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, 13'ê Çileyê koça dawî kir. Nicodano doh li Pombiayê hate veşartin.
Şervanê YPG'ê yê berê Riccardo Nicodano ku li bajarê Novara yê Îtalyayê 13'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Dêra San Vincenzo ya li bajarokê Pombiayê, doh hate veşartin.
Tevî malbata Nicodano bi dehan enternasyonal, şêniyên herêmê û nûnerên Komîteya Kurd a Îtalyayê tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî merasîma li dêrê, cenazeyê Nicodano bi alên YPG û YPJ'ê hate pêçandin û bigirin goristana li navenda bajêr.
Di merasîma spartina axê de jî peyamên YPG, Tabûra Enternasyonal a Rojava û bi dehan saziyan hate xwendin.
Riccardo Nicodano ku li nava YPG'ê navê Botan li xwe kiribû, sal û nîvekê tevlî pêvajoya şoreşê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû bû. Bi rengekî çalak tevlî pêngavên rizgarkirina Karama û Tebqayê bûbû.
Nicodano di dema şoreşê de bi xurtî hînî Kurdî bû û kete nava gelan. Di sala 2019'an de piştî ku vegeriya Îtalyayê bi rengekî çalak beşdarî çalakiyan bû, li ser pêvajoya Şoreşa Rojava agahî dida û piştevanî xurt dikir.