Kolektîfa Jin Jiyan Azadî li Hambûrgê mîtîng li dar xist
Kolektîfa Jin Jiyan Azadî, ji bo piştevaniya serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji bo protestokirina zexta dewletê ya li ser serhildanê, li Hambûrgê mîtîng li dar xist.
Kolektîfa Jin Jiyan Azadî, ji bo piştevaniya serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji bo protestokirina zexta dewletê ya li ser serhildanê, li Hambûrgê mîtîng li dar xist.
Li 13 bajarên Ewropayê di heman demê de ji bo piştevaniya bi serhildanên ku bi mehane li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike, mîtîng hatin lidarxistin. Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî bi heman armancê ji aliyê Kolektîfa Jin Jiyan Azadî ve, organîzasyonek hebû.
Jinên Kurdistanî jî bi al û flamayan, tevlî mîtîngê bûn.
Ji bo bîranîna berxwedêrên hatine bidarvekirin, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr axivî. Cansû got ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bûye îlhama hemû jinên cîhanê yên hatine çewisandin û diyar kir ku nêzîkatiya CPD û hikûmeta Keskan ku alîkariya çek û aboriyê didin Tirkiyeyê, ya xwedî derketina li gotina “Jin jiyan azadî” durûtiye.
Ozdemîr xwest ku demildest girtiyên siyasî yên li Îranê bên berdan.
Ji Platforma Demokratîk a Jinên Îranê, Zaman Mesûdî jî nêzîkatiya durû ya welatên Rojavayî ya ji serhildanan re, rexne kir.
Ji Tevgera Belûcîstan a Azad Sema Belûc got ku Kurd û Belûcî heman qederê parve dikin, ji ber ku her du netew jî ji aliyên dewletan ve bi zorê hatine parçekirin û çewisandin. Belûc destnîşan kir ku gelê Belûcê li dijî her cûre newekheviyê, têdikoşe.
Aktîvîsta Mafên Jinan û nivîskar Anja Flach jî axivî û diyar kir ku şoreşa gel a bi pêşengiya jinên pêş ketî, ji aliyê hemû jinên cîhanê ve xwedî lê hatiye derketin. Flach wiha got: “Têkoşîna Jinên Kurdistanê çawa ku li cîhanê ji hemû jinan re bûye îlham, îro jî jin jiyan azadî ji hemû jinan re bûye manîfestoya azadiyê. Ji ber ku jin li ber xwe didin û bi destê pêşeroja xwe ava dikin, tên qetilkirin. Jin êdî dixwazin azad bijîn. Tu hêz nikare têkoşîna me ya jiyana azad, asteng bike.”
Mîtînga protestoyî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.