Li Bremenê şehîd hatin bîranîn
Endamê Asayîşa Rojava Helal Qasim, li Bremenê hate bîranîn.
Endamê Asayîşa Rojava Helal Qasim, li Bremenê hate bîranîn.
Di şexsê Endamê Asayîşa Rojava Helal Qasim de şehîdên Kurdistanê li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCKD) a Bremenê ji aliyê Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW) ve hat organîzekirin.
Di bîranînê de li ser navê malbata Şehîd Qasim birayê wî Mihemmed Qasim, ji nûnerên KOMAW’ê Adem Efrîn, ji berdevkên PYD’ê Şerzad Elo û Hevserokê Meclîsa Gel a Bremenê Seîd Bîlgîn axivîn.
Axaftvanan gotin, “Doza mafdar ya şehîdên Kurdistanê ji me re mîrateya hêza têkoşînê hiştine.”