Bi hezaran kes li Marsîlyayê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi hezaran kes li Qada Canabîereyê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê bi hezaran kes li Qada Canabîereyê hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Piştî serdana CPT’ê li êşkencexaneya Îmraliyê kirî, fikarên derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dawî nebûn. Li ser vê yekê Kurd û dostên wan ên li Marsîlyayê dijîn, çalakiyên xwe didomînin.
Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD), Meclîsa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gel daket qadan. Pankartên diyar dikin ku Komîteya Pêşgirtina Li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji rewşek xirab a biqewime berpiryar in, li herî pêş hatin hildan û dovîzên bi Fransî li ser hatibûn nivîsîn, “Ocalan ev 23 meh in di bin tecrîdê de ye”, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ev 24 sal in bi fîzîkî girtiye” û “CPT û DMME divê demildest tişta dikeve ser milê wan, pêk bînin” hildan.
‘EM Ê ÇALAKIYÊN XWE DI ASTÊN CUDA DE, LI DAR BIXIN’
Meş ji Canebîereyê heta Nûneriya Marsîlya ya Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Liberte Pour Ocalan” hatin berzkirin. Piştî meşê di mîtînga hatî kirin de, axaftin hatin kirin. Destpêkê di axaftina li ser navê TCŞ’ê hat kirin de, hat destnîşankirin ku CPT û saziyên din ên Ewropayê divê dest jê berdin ku agahiyên şaş bibin gelê Kurd û wiha hat gotin: “Em weke ciwanên Ewropayê hişyar dikin, eger CPT rastiyan eşkere neke em ê çalakiyên xwe di astên cuda de li dar bixin. Divê her kes vê bizane.”
Piştre li navê NCKD’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê her tişta ku pêwîst bike, wê pêk bînin û bang li hêzên ku di nava Komploya Navneteweyî de cih girtine hat kirin ku polîtîkayên xwe yên dijberiya Kurdan, bila berçav re derbas bikin. Her wiha bang li hemû hêzên demokrasiyê jî hat kirin ku têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hêztir bikin.
Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Azadî ji bo Ocalan” hatin berzkirin. Axaftin bi berzkirina dirûşmeyan, bi dawî bûn.