Serlêdanên li YE’yê yên ji bo penaberiyê bûn du qat
Hat diyar kirin ku li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ne, sala 2022’yan serlêdanên ji bo pênaberiyê bûne du qat û gihîştiye nêzîkê milyonekî.
Hat diyar kirin ku li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ne, sala 2022’yan serlêdanên ji bo pênaberiyê bûne du qat û gihîştiye nêzîkê milyonekî.
Li gor raporeke Komîsyona Ewropayê ku hêj nehatiye weşandin, serlêdanên li Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo penaberiyê tu sal ewqas zêde nebûne. Li gor nûçeya rojnameya “Welt am Sonntag“ ya li gor raporê sala 2022’yan serlêdanên li YE’yê yên ji bo bidestxistina mafê penaberiyê li gor sala çûyî ji sedî 46,5 zêde bûye.
Li gor rapora li gor daneyên Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EÛAA) girêdayê Komîsyona Ewropayê dixebite, berhev kirine, hat diyarkirin ku sala 2022’yan bi tevahî 923 hezar û 991 kesan serî li welatên endamên YE’yê daye. Li gor raporê herî pir serî li Elmanya, Fransa, Spanya û Awûstûryayê hatiye dayîn.
HERÎ ZÊDE WELATIYÊN SÛRIYEYÊ SERÎ LÊ DAYE
Hat diyarkirin ku sala çûyî li Elmanyayê ji kesên serî li Elmanyayê dane ku bibin penaber, ji sisêyan yek Sûriyeyî ye. Piştî welatiyên Sûriyeyê, xelkê Efxanistan, Tirkiye û Iraqê pir serî lê daye.
Her wiha hat zanîn ku serlêdanên ji bo penaberiyê yên welatiyên Tirkiyeyê li gor sala çûyî du qat zêde bûye.