KCDK-E ji bo çalakiya li Strasboûrgê bang kir: Ji Rêber Apo re azadî!

KCDK-E’yê ji bo çalakiya rûniştinê ya di navbera 23-25 'ê Çileyê de li Strasboûrgê bi dirûşma 'Ji Rêber Apo re azadî' bê lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokên KCDK-E de hat gotin, "Dixwazin bi şidandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo re vîna gelê Kurd bişikînin. Eşkere ye ku dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên qirkirinê re rê li ber maf û azadiyên demokratîk ên li Tirkiyeyê digire."
'HETA KU HEVDÎTIN PÊK WERE EM Ê ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN'
Di daxuyaniyê de ev jî hatin gotin:
"CPT ya ku ji pêşîgirtina li êşkenceyê berpirsyar e, karê xwe nake û bi israr dixwaze hemû bangan bêbersiv bihêle.
Saziya CPT’yê ku peywira wê ew e hemû geşedanên li Îmraliyê bişopîne, erka xwe bi cih nayîne. Di encama berxwedana gelê Kurd û dostên wan de li gel biryara CPT û Konseya Ewropayê ku Îmraliyê pergala êşkenceyê ye û divê şertên wê were başkirin lê hê jî tu başkirin û sererastkirin pêk nehatiye.   Ji ber vê jî 22 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê stendin. Ev hemû bingeha xwe ji ber bêdengiya CPT, Konseya Ewropa û saziyên din ên pêwendîdar digire. Ji ber ku ev sazî peywirên xwe bi cih naynin.
Tevî ku CPT’yê çûye Îmraliyê jî, em nizanin bi Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye yan na, der barê tenduristî û ewlehiya wî de jî ti agahî nînin. Berpirsiyarê vê nezelaliyê CPT û Konseya Ewropayê ne.
Çalakiyên me yên xwedîderketinê heta ku parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk bînin û ji raya giştî re tê parvekirin wê bênavber bidomin.
Ji bo vê em li Strasboûrgê di navbera 23-25’ê Çileyê de ku civînên Konseya Ewropayê tên lidarxistin, çalakiya rûniştinê li dar dixin. Armanca me ew e ku Konseya Ewropayê rola xwe bilîze û li ser Tirkiyeyê zextê bike da ku parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk bînin.
Çalakiya me ya 3 rojan wê bi beşdariya hevserok, siyasetmedar, hunermend, dostên li Ewropayê, nûnerên sazî û partiyên baweriya Kurdistanê û nûnerên Yekîtiya Hêzê pêk were û roja dawî jî bi mitîngek girseyî bi dawî bibe.
Em bang li gelê xwe dikin ku li ser esasê parastina vîna xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya 23-25’ê Çileyê bibe.
Her roj saet di navbera 10:00-14:00’an de wê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. 
Navnîşan: Avenue de l'Europe 67000 Strasbourg."