Şehîdên Parîsê li Aaraûyê hatin bibîranîn

Bi tevlêbûna malbata Evîn Goyî, şehîdên Parîsê li Aaraûyê hatin bibîranîn û soza pêşxistina têkoşîna şehîdan hat dayîn.

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kizil ku 23’ê Kanûnê li Parîsa paytexta Fransayê hatin qetilkirin, li Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk a li bajarê Aaraû yê Swîsreyê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.

Bibîranîn, bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Swîsreyê hat lidarxistin. Malbata Evîn Goyî û gelek malbatên şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Metîn Mîntaş li ser navê KOMAW’ê axivî, got: “Têkoşîna gelê me li her derê berdewam e. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi namerdî êrîşê gerîla tê kirin. Gerîla li ber xwe dide. Em ên li Ewropayê, divê têkoşînê geş bikin. Me ji zû de ye hay ji Rêber Apo nîn e. Gelê me yê li Swîsreyê divê piştgiriyê bide vê têkoşînê. Em ê vî dijminî, faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Mehmet Tûnç a Aaraûyê Hasan Vûral, xwarzê Evîn Goyiyê Îbrahîm Bîlen, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Sozdar Sîdar û siyasetmedar Adil Botan axivîn.

‘ERKA ME YE KU EM LI TÊKOŞÎNA WAN BIBIN XWEDÎ’

Hasan Vûral diyar kir ku ew ê li mîrateya şehîdan bibin xwedî û got: “Wan ji bo vê têkoşînê canê xwe da. Erka me ye ku em li mîrateya wan bibin xwedî.”

Xwarzê Evîn Goyî Îbrahîm Bîlen jî wiha got: “Min silavên malbatên şehîdan ên Mexmûrê û Qendîlê anîne. Şehîdan ji bo gel û welêt canê xwe dane. Evîn û hevrêyên xwe şehîdên gelê Kurd in. Bila serê gelê Kurd sax be.”

‘EM SERÎ LI BER DIJMIN NATEWÎNIN’

Sozdar Sîdar, îşaret pê kir ku ji ber jinên Kurd pêşengiyê ji şoreşê re dikin dewleta Tirk a dagirker pêşêngên şoreşê yên jin ji xwe re dike armanc û ev tişt gotin: “Em ê tola şehîdan hilînin. Me bikariya qetlîama Sarayan derbixista holê dibe ku ev qetlîam nebûya. Kujer Fransa ye. Eger ne şirîkên van qetlîaman bûna wê yên qetlîam kirine derbixistana holê. Heval Evîn ked li çar parçeyên Kurdistanê jî da. Dijmin jinên herî şoreşger ên di nava me de ji xwe re dike armanc.

Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku hema bibêje li hemû cîhanê tê berzkirin, di serî de Rêber Apo, bi saya têkoşîna jinên Kurd e. Divê em hemû li vê têkoşînê bibin xwedî. Tu nirxekê exlaqî yê dijminê me nîn e. Nehişt cenazeyên me jî li gor kevneşopiyan bên veşartin. Em tu car serî li ber vî dijminê namerd natewînin.”

‘DIVÊ EM MÎNA RÊBERTÎ Û GERÎLA LI BER XWE BIDIN’

Siyasetmedar Adil Botan anî ziman ku hatina heta bi van rojan bi saya berdêl û têkoşîna şehîdan e û got: “Dijmin pêşengên me ji xwe re dike armanc. Gava heval Sakîne şehîd bû heval Evîn behsa wê kir. Em niha behsa têkoşîna heval Evîn dikin. Ew pêşengên artêşbûna jinan bûn. 60-70 şehîdên malbatê hene. Divê em li van şehîdan bibin xwedî. Ji bo mîrateya şehîdên xwe bibin xwedî divê em xwe bêhtir bi rêxistin bikin. Rêbertî bi salan e li Îmraliyê li ber xwe dide. Gerîla bi mehan di tûnelan de li ber xwe didin. Divê em jî bi qasê vê berxwedanê têbikoşin.”

Bername, piştî sînevîzyona li ser Şehîdên Parîsê, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû û heta bi êvarê malbata Evîn Goyî, yên ji bo sersaxiyê hatin pêşwazî kirin.