Li Zanîngeha Lozanê li dijî tecrîdê çalakî

Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê ji bo balê bikêşin bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zanîngeha Lozanê çalakî li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN), li Swîsreyê ketin Zanîngeha Lozanê û ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xist.

Xwendekaran, çalakî di çarçoveya “Pêngava Werin Cenga Azadiyê“ de li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bi daxuyaniyê xwendekar hatin agahdar kirin.

Ciwanan diyar kir ku wan çalakiya xwe li bajarê Lozanê ku Kurdistan ji aliyê gelek dewletan ve bûye çar parçe, li dar xistiye û bi bîr xistin ku Kurdistan sed sal in ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve dagirkirî ye û li ber çavên civaka navneteweyî xelk gelek caran hatine qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkaya qirkirina Kurdan ku dikeve sala 100’emîn, îro jî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên Kurd tê birêvebirin û ev tişt hatin gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha F ya Îmraliyê de ku navenda tecrîdê ye, tê ragirtin, mînakên tecrîda li ser, nîn in. Sal û deh meh in tevî bi sedan serlêdanên malbat, parêzer û hin saziyên civakî yên sivîl, tu hevdîtin pê re nehatiye kirin û haya mirov jê nîn e. Bi milyonan kes Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re wek îrade dibînin. Em vê tecrîda nemirovî ya li ser wî şermezar dikin û bang li saziyên têkildar û civaka navneteweyî dikin ku hestyar bin di der barê mijarê de.“

Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin: “Em tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin, bila hemû sazî bi erka xwe rabibin, hêviya me ji civaka navneteweyî ew e ku hestyar bin û bila saziyên têkidar midaxeleyê li sûcên şer ên dewleta Tirk bikin ku li dijî gerîlayên Kurd çek û bombeyên qedexekirî bi kar tîne û daxwaza me ew e ku dewleta Tirk ji ber sûcên şer ên li dijî mirovahiyê, bê darizandin.“