Ciwanên li Stuttgartê ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kirin

Ciwanên Kurd ên li Stuttgartê ji bo 'Meşa Dirêj' a 5-10’ê Sibatê banga tevlîbûnê kirin.

Ciwanên Kurd ji bo 'Meşa Dirêj' a ji 5-10’ê Sibatê bi dirûşmeya, "Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê" tê lidarxistin û ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê bike, li Freiburgê bi dawî bibe, banga tevlîbûnê li ciwanên li Ewropayê kirin.

Ciwanan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê daxuyanî dan û li hemberî tecrîda li Îmraliyê û sîstema êşkenceyê gotin, "Em ciwanên li Stuttgartê bêdeng namînin û vê rewşê qebûl nakin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Nêzikî 2 sal in ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin. Em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Ji ber vê em dixwazin rewşa Rêber Apo were zelalkirin. Êdî bes e! Dema azadiya Rêber Apo hatiye. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî 6 rojan ji Heîlbronn heta Freîbûrgê bimeşin. Li hemberî dewleta Tirk a faşîst û sûcên mirovahiyê yên li Îmraliyê wê hêza ciwanan di vê meşê de yek bibe. Şehîd Weysî Taş û Mehmet Akar bi çalakiya xwe ji bo Rêber Apo veguherîn agir û biryardariya gelê Kurd a ji bo azadiya Rêber Apo nîşan dan. Lewma divê ciwan xwe di van bangan de bibînin. Ji bo vê yekê di 4’ê Sibatê de li Heilbronnê li hev bicivin  û heta Ludwigsburg, Stuttgart, Boblingen Reutlingen, Tubingen, Offenburg, Lahr Freiburgê bi me re bimeşin. Em ciwanên Stuttgartê bang li ciwanan dikin ku tevlî Meşa Dirêj bibin. Werin em bi hev re agirê ciwanan geş bikin. Li hemberî dewleta Tirk û tîfaqên wê têbikoşin. Hêza me heye ku em cîhanê biguherînin. Ciwanên Berlînê hûn jî bi me re ne? Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."