'Serokê me rûmeta me ye, ji bo azadiya wî bila her kes têbikoşe'

Nobeda Azadiyê bi 5 kesên ji Freiburgê dewam dike. Aytaş Ozveren bi navê çalakgeran axivî, bi bîr xist ku bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û ji her kesî xwest ku ji bo Ocalan a ji dest tê, bike.

Nobeda Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, kete hefteya 552'an.

Çalakgerên hefteya nû, aktîvîstên ji bajarê Freiburg ê Elmanyayê ne.

Di nava koma nû de Aytaç Ozveren, Tevfîk Dovuş, Abdullah Guven, Arîf Şemo û Reşît Demîr hene.

Aytaş Çozveren bi navê komê axivî û got, "Em tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Em nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Nikare parêzerên xwe bibîne. Em gel, vê nêzîkatiya dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Ji ber vê bêedaletiya li Rêberê gelekî tê kirin, em ê dewleta Tirk ti carî efû nekin. Banga me li gelê me ye; bila her kes bi berpirsyarî rabe. Bêyî ku sibe dereng bibe. Serokê me rûmeta me ye."