'Em Erdoganê ku wê were Berlînê şermezar bikin'

Înîsiyatîfa ‘Erdogan Not Welcome’ bang li her kesî kir ku, tevlî çalakiyên şermezarkirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bibin ê ku wê di 27'ê Çileyê de biçe Elmanyayê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa ‘Erdogan Not Welcome’ de hat gotin, "Erdoganê ku li Anatolya, Mezopotamya, Rojhilata Navîn, Ege û Kafkasyayê gelan dike dijminê hev, nikare jiyana hevpar a aştiyana ya li Elmanyayê bipejirîne. Pêşî çeteyên xwe şandin Neussê û zemîna dijminatî û kîn amade kir. Niha jî dîktator bi xwe tê. Tê gotin ku ew ê bi Serokomar û Serokwezîra Elmanyayê re bicive."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Her kesên li Elmanyayê dijîn, bi taybetî Kurdên ne alîgirê Erdogan in, mîna ku li Tirkiyeyê ne, li vir jî ewlekariya wan a jiyanê nîne. Li ku dibin bila bibin dibêjin, 'em ê hemû Kurdan tine bikin'.

Rayedarên Elman li van gefan guhdarî kirin û bihîstin. Tevî vê yekê jî em hevdîtinên rayedarên Elman yên bi Erdogan re şermezar dikin û daxwaz dikin ku di her warî de alîkariya wan a ji bo Erdogan bê rawestandin.

Em daxwaz dikin ku ji bo aştiya Elmanyayê mizgeft û komeleyên girêdayî AKP-MHP’ê bên qedexekirin û destûr nedin propaganda û xebatên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê yên li Elmanyayê.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê yê ku dijminê gelan, jinan û ramanê ye, li Berlînê tevlî çalakiya şermezarkirinê bibin.

Eger em roja înê 27.01.2023’yan dixebitin, em destûr bigirin û saet di 13:00’an de li ber avahiya Bundeskanzleramtê dest bidin destê hev û dîktator Erdogan û hevkarên wî lanet bikin.

Em vî dîktatorê faşîst ne li Berlînê û ne jî li Tirkiyeyê naxwazin. Werin em tev li çalakiyê bibin û her kesî tevlî çalakiyê bikin."