Kurdên li Montpellierê: Em ê rê nedin provokasyonan
Kurdên li bajarê Montpellier ê Fransayê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê daketin qadan û gotin, "Em ê rê nedin provokasyonan."
Kurdên li bajarê Montpellier ê Fransayê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê daketin qadan û gotin, "Em ê rê nedin provokasyonan."
Kurdistaniyên li bajarê Montpellier ê Fransayê, ji bo pêşîgirtina li provokasyonên faşîma AKP-MHP'ê daketin qadan.
Bi serkêşiya Federasyonên Tirk ên li Fransayê û Konsolosxaneya Tirk a li Marsîlyayê, wê li bajarê Montpellierê bi bahaneya salvegera 100'emîn a Komarê çalakiyek bê lidarxistin.
Çalakî wê saet di 14:00 de li salona Zenit Sud pêk were.
Ji bajarên Lyon, Toulouse, Tolon, Marsilya, Beziers, Nice û hin bajarên din bi organîzeya AKP-MHP'ê bi hezaran faşîst bi otobusan ketin hundirê bajêr.
Ji bo astengkirina vê girseya provokatîf a ku plan dike li navenda bajêr bimeşe, Kurdistaniyên li Montpellierê daketin qadan.
Girseya gel li Qada Comesy li hev kom bû û li vê derê Hevserokê Navenda Kurd a Demokratîk a Montpellierê Serzat K. ji girseya gel re axivî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo çalakiyê bi taybetî Montpellier hate hilbijartin û tê xwestin ku li bajêr provokasyonê bikin. Kurdistanî hemû wê dakevin qadan û rê nedin provokasyonan."
Li gorî agahiyan, hin komên faşîst ên bi otobusan hatine Montpellierê bi çek in.
Rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi raydarên walîtî, şaredarî û emniyetê re hevdîtin kirin û xwestin ku rê nedin provokasyonan.