Li gorî Macron û Scholz, divê Ewropa hêza xwe ya leşkerî zêdetir bike

Serokkomarê Fransayê Macron û Serokwezîrê Elman Scholz destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropayê hêza xwe ya leşkerî zêde bike û razemeniyê li çekdarkirina xwe bike.

Salvegera 60’emîn a Peymana Élysée ya navbera Elmanyayê û Fransayê, wê li Parîsa paytexta Fransayê bi merasîmeke fermî bê pîrozkirin. Wê kabîneya hikûmeta Elman û ya Fransî bi hev re civînekê li dar bixin.

Beriya pîrozbahiyê û civîna hevpar a kabîneyan Serokkomarê Fransî Emmanûel Macron û Serokwezîrê Elman Olof Scholz, di rojnameya “Frankfûrter Allgemeînen Zeîtûng (FAZ)” de bi hev re gotarek nivîsî. Her du serokan anî ziman ku divê Yekîtiya Ewropayê (YE) piştî şerê Rûsya-Ûkraynayê, xwe xurt bike.

DIVÊ RAZEMENÎ LI ÇEKDARKIRINÊ BÊN KIRIN

Macron û Scholz got ku divê mîsogerkirina serbixwebûnê bibe rojeva sereke ya YE’yê û diyar kir ku divê Ewropa hêza xwe ya leşkerî zêde bike, razemeniyê li çekdarkirina xwe bike. Her du serokên bal kişand ser wê yekê ku hewcedariya Ewropayê bi têkiliya bi pişt Atlantîkê re jî heye.

Marcon û Scholz îşaret pê kir ku bi Peymana Élysée ya 60 berê hatiye îmzekirin, şerê reqabetê yê bi êş û azar ku bi sedsalan dewam kiriye, bi dawî bûye û bi lêv kir ku Fransa û Elmanya bi xebata ku wê bikin wê Ewropa di têkoşîna li dijî guherîna av û hewayê de bibe parzemîna serketî ya yekemîn.