Kurdistaniyên li Kantona Bernê ya Swîsreyê dijîn, li ber Bern Bahnhofê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Kurdistaniyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî" berz kirin.
Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku di serî de CPT, saziyên mafên mirovan durû ne. Çetînkaya anî ziman ku Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û got: “Gelek ê ku Rêberê wî girtî be, ew jî girtî ye.”
Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in di nava 4 dîwaran de ye. Farisogûllari destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dewama komployoyê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî vê derhiqûqiyê, rexne kir. Farisogûllari got ku Kurd divê li her derê li dijî vê tecrîdê rabin û banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Piştî xwendina daxuyaniya bi Elmanî, li ser navê çalakvanan komekê dosyayek têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Ammesty Înternatîonal) kir.