Tecrîd li Hagenê hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê li Hagenê hat protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê li Hagenê hat protestokirin.
Piştî serdana li Îmraliyê ya CPT’ê ji ber ku fikarên di derbarê jiyan û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji holê ranebûn, Kurd û dostên xwe yên li bajarê Hagen ê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdê mîtîngek li dar xist.
Li mîtîngê, danezana têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amadekirî, hat xwendin û belavkirin. Li ser navên enternasyonalîstên Elman bi kurtî axaftinek hat kirin.
Bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û ‘’Azadî ji bo Ocalan, Azadî ji bo Kurdistanê” hatin berzkirin.