Li Zanîngeha Mozartê bernameya piştevaniya bi gelên Îranê re

Li Zanîngeha Mozarte ku li Salzbûrgê ye, çalakî ji bo piştevaniya bi gelên Îranê re hat lidarxistin.

Li Zanîngeha Mozartê ya li bajarê Salzbûrg ê Awûstûryayê, ji bo bibîranîna kesên di xwepêşandanên protestoyî yên li Îranê de jiyana xwe ji dest dane û piştevaniya bi gelên Îranê re bernameyeke muzîkal hat danîn.

Di bernameyê de îşaret bi geşedanên xwepêşandanên protestoyî yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hat kirin û peyama xwedî derketina li têkoşîna Jîna Emîniyê hat dayîn.

Di bernameyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi gelek zimanan hat berzkirin, bi çepikan piştgirî hat dayîn.

Hunermendên Kurd Îranî û Awûstûryayî performansên kurt ên muzîkal pêşkêş kirin. Sînevîzyoneke li ser xwepêşandanên li Îranê hat nîşandan.

Rektorê zanîngehê Prof. Elîsabeth Gûtjahr jî tev li bernameyê bû û axavtineke bi hestyarî kir.