Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xist

Rêxistinên ciwanan li Berlîn, Freîbûrg û Marsîlyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û gotin: “Tu aliyê mirovî yê tecrîda girankirî ya bi 22 mehan nîn e. Çi kesê dengê xwe neke, sûcdar e.“

Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Ewropayê, li bajarên Berlîn û Freîbûrg ên Elmanyayê û bajarê Marsîlya yê Fransayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

BERLÎN

Endamên TêkoJIN û TCŞ’ê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Zanîngeha Hûmboldt a Berlînê çalakiyek li dar xist.

Ciwan ketin hundirê fêrgehan û bi belavokan qala jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ciwanan got: “Rêbertî bi komployeke navneteweyî hat girtin û ev 24 sal in li Îmraliyê girtî ye. Dewleta Tirk ji bo ku em Rêbertiya xwe ji bîr bikin, dest ji têkoşîna xwe berdin, dixwaze Rêbertiya me ji me bike. Lê em ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan li dijî vê yekê li ber xwe didin. Em vê zextê qebûl nakin û li dijî faşîzma dewleta Tirk têdikoşin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê, em ê fikirên wî bidin jiyîn. Em ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên şoreşger, bang li hemû ciwanan dikin ku bila metnên ku Rêber Apo fikirên xwe yên azad li ser danî holê bixwînin û rêya rast bibînin.”

Çalakiya ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî ji bo Kurdistanê” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Ciwanan li qada Alten Synagoge ya Freîbûrgê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir.

Ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e. Tu aliyê mirovî yê tecrîda girankirî ya bi 22 mehan nîn e. Çi kesê dengê xwe neke, sûcdar e.’’

Hat destnîşankirin ku heta ciwan agahiyê ji Abdullah Ocalan bigirin wê li qadan bin.

MARSÎLYA

TCŞ’ê, li metroya La Rose ya li Marsîlyayê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk, çalakî li dar xist.

Ciwanan pankarta ku gotina Abdullah Ocalan a “Azadî wê serbikeve” ku bi 11 zimanên cuda hatibû nivîsîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hildan û belavok xwendin û belav kirin. Ciwanan destnîşan kir ku her roja Çarşemê ji bo şikandina tecrîdê û teşhîrkirina faşîzma dewleta Tirk, wê li derên cuda yên Marsîlyayê dabikevin qadan.