Li Perûyê di çalakiyên protestoyî de 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gor rayedaran, di pevçûnên di navbeyna alîgirên serokkomarê berê yê Perûyê û hêzên ewlehiyê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe dest daye.

Di pevçûnên di navbeyna xwepêşander û hêzên ewlehiyê de, li Perûyê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî têkçûyîna serokkomar Pedro Castîllo û girtina wî, li seranserê welêt çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de heta bi niha zêdeyê 40 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Roja Duşemê li nêzê balafirgeha li bajarê Jûlîaca yê li herêma başûrê Pûnoyê, xwepêşander û polîs bi hev ketin, kes mirin.

Bi zêdebûyîna mirina kesan re Serok Dîna Bolûarte îstifa kir, kongre hat girtin û Castîllo hat berdan.

Serokwezîrê Perûyê Alberto Otárola, roja Duşemê derengiya şevê axavtinek kir, bi gotina: ”Em dev ji parastina raseriya hiqûqê bernadin” parastina şideta polîsan a li ser xwepêşanderan kir. Otárola îdia kir ku komên tundîxwaz ji aliyê hêzên derve û bazirganên tiryakê ve tên birêvebirin û ketine hewila rakirina ji holê ya welat.