Li ber avahiya Balyozxaneya Fransa ya Stûttgartê çelenga reş hat danîn

Kurdan û dostên wan bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê û komkujiya di 23’ê Kanûnê de li heman bajarî pêk hat de, çelenga reş danîn ber avahiya Balyozxaneya Fransa ya li Stûttgartê.

Kurdan û dostên wan komkujiyên Parîsê li ber avahiya Balyozxaneya Fransa ya li Stûttgartê bi çalakiyekê protesto kir. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanya-Stûttgart ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyê şehîdên Parîsê hatin hildan û çelenga reş a li ser “Ji bîr neke, efû neke” nivîsandî li ber avahiya Balyozxaneya Fransayê hat danîn.

Aktîvîstan dosyaya ku têkildarî komkujiyan amade kirin, radestî rayedarên balyozxaneyê kirin.