Konseya Rêveber a KNK’ê li hev civiya

Konseya Rêveber a KNK'ê piştî kongreya xwe ya 21'ê, civîna xwe ya destpêkê lidar xist. Di civînê de rewşa li Kurdistanê û herêmê hate nîqaşkirin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, doh bi tevlîbûna Hevserokên KNK’ê û hemû endamên Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîn hate lidarxistin. Endamên ku derfetên wan ên rasterast tevlî civînê bibin nebûn bi rêya online û dîmen tevlî bûn.

Civîn li ofîsa sereke ya KNK’ê pêk hat. Bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Di civînê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, herêmê û cîhanê, metirsiyên li ser gelê Kurd û doza wê, rêbaza têkoşînê û parastina destketiyên gelê Kurd ên li her parçeyên Kurdistanê hatin nîqaş kirin. Her wiha xebatên KNK’ê hatin nirxandin.

Di civînê de êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, serhildan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûr û Iraqê, tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên siyasî yên Kurd, komkujiya Parîsê û Kurdên dîasporayê hate qalkirin.

Di civînê de cîgirên hevserokatiya KNK’ê û rêveberên komîsyonan hatin hilbijartin. Bi piraniya dengan Wezîrê Dadê yê berê yê Herêma Kurdistanê Faruq Cemîl û û Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa weke cîgirên hevserokatiya KNK’ê hatin hilbijartin ku di heman demê de endamên Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 21. civîna Civata Giştî ya xwe, di 2-3-4.12.2022’an de bi beşdarbûna piraniya endaman, li Hollanda pêk anî bû.