Wezîra yekemîn a rojhilatê Elmanyayê di hedefa nijadperestan de ye

Doreen Denstadt ê bû wezîrê reşîk ê yekemîn eyaletên rojhilatê Elmanyayê, beriya ku dest bi kar bike komên nijadperest ên Elman gef lê xwarin, heqaret lê kirin.

Li eyaleta Thurîngenê ku Partiya Çepgir, Partiya Keskan û demokratên civakî bi rê ve dibin, Doreen Denstadt bû Wezîrê Edalet û Penaberiyê yê yekemîn.

Doreen wê meha Sibatê sond bixwe û dest bi kar bike. Lê hêj beriya ku dest bi kar bike, komên faşîst ên Elman ew ji xwe kir armanc, li ser medyaya dîjîtal gef û gur lê xwarin, çêr û neheqî lê kirin.  

Hat îdiakirin ku wê Denstadt wezîriyê bi layiqî neke û wê bi ser nekeve. Denstadt jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da zanîn ku polîsan di der heqê kesên gef lê xwarine, neheqî le kirinê de, dest bi lêpirsînê kiriye.

HEQARET NE JI NIHA VE TÊN KIRIN

Denstat ku gotûbêj bi kovara Der Spîegelê re kir, diyar kir ku heqaret û çêr ne ji niha ve lê tên kirin lê dema ku serkomîserî li midûriyeta ewlehiyê ya Thurîngenê kiriye jî, gelek gef lê hatine xwarin û heqaret lê hatiye kirin.