Li Berlînê polîsan meşa li dijî tecrîdê asteng kir

Li paytexta Elmanya Berlînê polîsan bi awayek keyfî, Kurdên ku xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, asteng kir.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Nav Berlînê Kurdistanî, piştevanên Tirk û enternasyonalîst li Alexanderplatzê hatin ba hev û xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin. Ji ber pêkanîn keyfî yên polîsan, çalakî nehat lidarxistin.

Hevserokê Nav Berlînê Erhan Firat û endamê meclîsa Nav Berlîn Îsmaîl Parmaksiz, li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî dan û anîn ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Nûneran bi bîr xist ku tevî ku CPT’ê serdana Îmraliyê kiriye, lê raporek nedaye û dewletên Ewropayê têkildarî vê mijarê nakevin nav hewldanan. Nûneran destnîşan kir ku ew li Berlînê bi hişmendiyek a ku tehemûlê alên Rêberê Gelê Kurd nake, re rû bi rû ne.

Tevî ku çalakiya protestoyî nehat kirin, girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Es lebe Ocalan”, li dijî pêkanînê keyfî berxwedan raber kir.

Polîsên Elman di dema belavbûna girseyê de, rojnamevanek ku çalakî dişopand, destgîr kir. Piştre rojnamevan hat berdan.