SYRIZA û S&D'yê bertek nîşanê êrîşên bi ser HDP’ê da
SYRIZA û S&D'ê bertek nîşanê êrîşên bi serHDP'ê da û peyama piştevaniyê ragihand.
SYRIZA û S&D'ê bertek nîşanê êrîşên bi serHDP'ê da û peyama piştevaniyê ragihand.
Bertek li dijî doza girtinê û blokekirina hesabê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam in. Sosyalîst û Demokratîk di Parlamentoya Ewropayê de (S&D) û SYRÎZA ya li Yewnanistanê, bi ragihandina daxuyaniyan bertek nîşanê mitaleya girtin û blokekirina hesabên HDP’ê da, zextên dawîn ên bi ser HDP'ê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Meqamên Tirk çend sal in ku her diçe zêdetir HDP’ê ji xwe re dikin armanc.’’
‘BI GIRTINA HDP’Ê WÊ XELETIYEKE SIYASÎ YA MEZIN BÊ KIRIN’
Endamê S&D’yê û raportorê Tirkiye yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sánchez Amor jî li ser doza girtina HDP’ê û blokekirina hesabên wê ev tişt gotin: "Banga me li rayedarên Tirk ew e ku hew êrîşê HDP’ê bikin. Bi girtina HDP’ê wê derbeke giran li azadiya xwebirêxistinkirin û xwederbirînê bikeve û mafê bikaranîna deng û azadiyên bingehîn binpê bibin."
Nacho Sánchez bi domdarî wiha got: ""Ev hewildana dawîn a ji bo bêdengkirina HDP’ê bê guman têkildarê hilbijartinên giştî û yê serokkomariyê ye. Bi girtina HDP’ê planê sînordarkirina vebijêrkên hilbijartinê yên bi milyonan hildijêran dikin, ji bo partiyeke nû ava nebe ketine hewila qedexekirina siyasetê li hemû serokatiya HDP’ê. Ev hem ne hiqûqî ye hem jî derbeke siyasî ya mezin e. Eger biryara girtina HDP’ê bê dayîn wê tu şandeyeke serbixwe ya navneteweyî nebêje ku hildijartinên li Tirkiyeyê adilane ne."
SYRÎZA’YÊ PEYAMA PIŞTEVANIYÊ DA
Di daxuyaniya ji aliyê SYRÎZA’yê ve hat dayîn de ev tişt hatin diyarkirin:
"Tifaqa Pêşverû ya SYRÎZA’yê ji pêşniyaza girtina HDP’ê bi fikar e. HDP, partiya sêyemîn a mezin a Meclîsa Tirkiyeyê ye. Hefteya çûyî biryara blokekirina hesabên wê da. SYRÎZA-PA piştevana HDP’ê ye da ku hilbijartin bi awayekê adilane û demokratîk werin kirin û hêvîdar e ku dadgeh biryara girtina HDP’ê nede."